-
10 hezaran operasyon şermezar kirin
22:38 10.09.2010
Bi 10 hezaran kesan operasyona li Colemêrgê ku 9 endamên HGP'ê têde jiyana xwe ji dest dabûn li Amed, Cizîr, Mêrsînê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê şermezar kir. Hevsoka BDP'ê Gultan Kişanak, li Amedê bang li Serokwezîr Erdogan kir û anî ziman ku kurd di komkujiyê re derbas bûn û heta îro hatin û xwest dest ji kuştina ciwanan berde. Kişanak, wiha got: "Serokwezîr li çiya li me negere. Em li virin. Hişê xwe bide serê xwe û bila dawiya te ne wekî ya Saddam be." 68
-
Kesê êrîşî Bîrdal kir got 'Ez polîs im'
18:00 10.09.2010
Eniya Kedkar û Bindestan a Bûrsayê, bi beşdariya hezaran kesan mîtînga boykotê pêk anî. Dema Parlementerê BDP'ê Akin Bîrdal li ser dikê diaxivî ji aliyê kesekî got "Êz polîsê sivîl im" ve rastî êrîşê hat. Piştî êrîşa li dijî Bîrdal, girsê bertek nîşan da û polîsan bu bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Di bûyerê de Bedrî Kaya yê 55 salî krîza dil derbas kir. Rêveberên BDP'ê ji ber bûyerê vekirina avahiya BDP'ê ya Înegolê taloq kirin. 2
-
Bi hezaran kesan li Stenbolê operasyon şermezar kir
17:13 10.09.2010
Li Stenbolê bi hezaran kesan operasyona li Colemêrgê ku 9 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û ji rewşenbir û saziyên civakî xwestin ku li hemberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin. Di çalakiya ku rastî mudaxaleya polîsan hat de 10 kes hatin binçavkirin û 2 kes birîndar bûn. 54
- Parlementerê BDP'ê Akin Bîrdal rastî êrîşê hat - DEQEYA DAWÎ 16:09 10.09.2010 Parlementnerê BDP'ê yê Amedê Akin Bîrdal, dema di mîtînga boykotê ya Eniya Kedkar û Bindestan a Bûrsayê de di axivî rastî êrîşê hat. Piştî girsê bertek nîşanî êrîşê da, polîsan bi bombeyê gazê mudaxaleyî girsê kir. Piştî girsê jî bersîv da polîsan bûyer derket û alozî didome./..
-
Endamê Meclîsa Şaredariya Bîsmîlê Kurt di qezayê de jiyana xwe ji dest da 16:07 10.09.2010 Endame Meclîsa Şaredariya Navçeya Bîsmîlê Hîdayet Kurt, di qezaya trafikê de jiyana xwe ji dest da. 4 endamên Meclisa Şaredariyê jî birîndar bûn. 1
-
'Eniya Boykotê sindoka referandûmê şikand'
15:37 10.09.2010
Eniya Boykotê ya Bindest û Kedkaran beriya referandûma 12'ê Îlonê cardin diyar kirin ku dê referandûmê boykot bikin. Eniyê li Qada Galatasarayê sindoka hilbijartinê a temsîlî ku li ser nivîsa "Ne Makeqanûna 12'î Îlonê ne jî derewên AKP" hebû, şikandin. 7
-
Li 7 bajaran operasyona li Colemêrgê hate şermezarkirin 15:26 10.09.2010 Rêxistinên BDP'ê li Îdir, Agirî, Riha, Aydin, Semsûr Enqere û Manîsayê bi girseyî daxuyanî da çapemeniyê û operasyona Colemêrgê ku 9 endamên HPG'ê têde jiyana xwe ji dest dabûn şermezar kir. BDP'ê di daxuyaniyan de xwest parlementerên kurd ji AKP'î îstifa bikin. 35
-
Evren Turan ê bi giranî birîndar bû hêj di koma de ye
14:51 10.09.2010
Enver Turan ê 15 salî ku bi guleya çawişê pispor bi giranî birîndarbû hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye û di koma de ye. Malbata Turan jî daxuyaniya Waliyê Colemêrgê Muammer Turker a "Çawişê Bispor ji bo parastina xwe gule bera hewa da û gule li serê wî ket' wekî daxuyaniyek sosret bilêv kir û anîn ziman ku Walî çawîş diparêze. 3
-
BDP'ê amadekariyên ewlehiya sindoqan bi dawî kirin
14:08 10.09.2010
BDP'ê piştî biryara "boykotê" girt xebatên xwe bi aweyekî mezin dan meşandin û ev 3 mehin di vê çarçoveyê de gelek mitîng li darxistin. BDP'ê ji bo referandûmê parêzer, muşahît û yekîneyên gerok amadekirin û dê bi vê yekê ewlehiya sindoqan bigirin. Alîkarê Hevserokê BDP'ê Nîhat Ograş, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan maseya krîzê avakirine û li ser her sindoqekê muşahîdên wan hene. 2
-
Li Şirnex û Colemêrgê operasyona mezin
13:01 10.09.2010
Hate zanîn ku li herêma Çiyayê Kato yê di navbera Şirnex û Colemêrgê de ye, bi beşdariya gelek leşker û tîmên taybet operasyonek berfireh hate destpêkirin. 1
ABORÎ
Çavê dikandarên Antakyayê li sînor e
3
Welatiyên mexdûrê koçberiyê mehkumî çopê hatin hiştin
5
Serê çotkarên Îdirî bi mişkan re di belayê de ye
9
TZD: Zêdebûna buhayê fêkî bifikar e
2
Esnafên Sûka Kemeralti ji ber qeyrana aborî kepenkê xwe digrin
10
JÎNGEHA KEDÊ
Keser û daxwaza wan a herî mezin vegera welat e
8
Xebatkarên kurd ji bo debara xwe demsalek 'beyî av û ceyran' derbas dikin
9
‘Ji ber ku em xurdekariyê dikin wekî welatiyê çîna 3'emîn tên dîtin'
7
Di tersaneyê de mirina 141'emîn!
2
Li Amedê li ser daxwaza AKP'ê 75 karker ji kar hatin derxistin
8
CÎHAN
Li Pakîstanê piştî lêhiyê nexweşiyên têper rû da
2
Li Pakistanê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt hezar 100'ê
Cenazeyên 5 rêwiyên balafira li Pakîstanê ketiye hatin dîtin
Li Pakîstanê balafir ket: Herî kêm 150 rêwî têdebûn
1
Ji bo sekinandina operasyonên dewleta tirk hikûmeta Iraqê heyetekê dişîne Tirkiyeyê
1
